Esmanê Sûriyê ji geştên sivîl re hate vekirin

Esmanê Sûriyê ji geştên sivîl re hate vekirin

PeyamaKurd - Desteya Giştî ya Balafirvaniya Sivîl û Veguhestina Asmanî destpêkirina tevgera geştan di esmanê Sûriyê re ragihand.

Desteya Balafirvaniya Sûriyê da xuyakirin ku hemû korîdorên esmanî ku beriya niha ji ber şerê Îranê û êrîşan hatibûn girtin cardin vebûn û tevgera esmanî dest pê kir.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku li Balafirxaneya Şamê ya Navdewletî bi awayekî rêkûpêkî firîn û danîn dest pê dikin.

Li gorî Desteya Giştî ya Balafirvaniya Sûriyê, ev biryar piştî nirxandineke teknîkî ya giştgir û hemahingiyê li gel aliyên herêmî û navdewletî hatiye dayîn.