PeyamaKurd - Li Sûriyeyê ji ber şer û aloziya leşkerî ya di navbera Îran û Îsraîlê de, geştên asmanî yên li Balafirxaneya Navdewletî ya Şamê ku hatibûn rawestandin, ji nû ve dest pê kirin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA) ku sipartiye daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Balafirvaniya Sivîl, piştî vekirina trafîka asmanî, balafirxaneyê deriyên xwe ji nû ve li pêşberî rêwiyan vekir û geşt vegeriyan rewşa xwe ya asayî.
Piştî ku Îranê wekî bersiv ji bo êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê pêleke êrîşên moşekî da destpêkirin, hikûmeta Sûriyeyê ji bo parastina ewlehiyê qada xwe ya asmanî bi temamî girtibû û hemû geşt rawestandibûn.
Rêveberiya Balafirvaniya Sivîl a Sûriyeyê berê ragihandibû ku geşt dê heta saet 23:00an girtî bimînin, lê piştî kêmkirina rîskên ewlehiyê biryara vekirina bilez a balafirxaneyê hat dayîn.