PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê (Pentagon) Mark Esper got ku vekişîna artêşa Amerîka ji bajarê Kobaniyê dê hefteyeke din dirêj dike.
Mark Esper ji rojnamevanan re ragihand, Amerîka ji Sûriyê bi temamî venakişe û 600 leşkeran li Sûriyê dihêle.
Esper got: “Em hîn hevpeymana Hêzên Sûriyeya Demokratîk in û bi pêşkêşkirina hevkariyê ji bo wê hêzê berdewam dikin. HSD hevkar û hevpeymaneke baş e ji bo rêgirtina li serîhildana DAIŞê li Sûriyê.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandidibû ku ew dê ji bo parastina kêlgehên petrolê beşek ji hêzên xwe li Sûriyê bihêlin û hêzên Amerîkî jî dest bi dewriyeyên li herêmên petrolê yên Rojavayê Kurdistanê kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin