PeyamaKurd- Ji ber şerê navbera Rusya û Ukraynayê, metirsiya qutbûn û hewcedariya enerjiyê, li welatên Ewropayê ber bi rewşeke metirsîdar ve diçe. Rayedarên gelek ji van welatan, ji bo bergiriyê, bang û hişyariyê li welatiyên xwe dikin.
Ji ber ku dorpêçên li ser Rusyayê zêde dibin, rayedarên Rusyayê jî li hember van dorpêçan gefa qutkirina enerjiyê dixwin û enerjiya gelek deveran jî qut bûye yan jî hatine kêmkirin.
Ji ber vê metirsiyê, li Ewropayê ji bo têkoşîna li hember qeyrana enerjiyê, hin pergal hatin danîn û li her welatekî, rêbazek hat pêşkêşkirin. Li Swîsreyê jî ji aliyê Serokê Komîsyona Elektrîkê ya Federal ve bang li gel hat kirin ku ji bo zivistanê, find û êzingan embar bikin.
Armanc, kêmkirina hewcebûnê ye
Bi van rêbazan armanc ew e ku hewcebûna enerjiya Rusyayê, were asta herî kêm. Ji ber vê yekê li welatên wekî İspanya, Yunanistan, İtalya û Swîsreyê; dê di demsala zivistanê de pileyên alavên germahiyê ji 19an derbas nebin û dê li restoranan jî pileyên klîmayan danekevin bin 27an.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin