PeyamaKurd - Li bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, di rojekê de 19 kesan ji ber Koronayê can dan.
Amarên fermî destnîşan dikin, do li bajarê Ûrmiyê 19 kesan bi Koronayê can dan û bi dehan kes jî bi Koronayê ketin.
Bi vî awayî hejmara kesên ku heta niha li Ûrmiyê bi Koronayê mirine, gihîşt hezar û 195 kesan.
Do li seranserî Îranê, 210 kes bi Koronayê mirin û zêdetirî 4 hezar kes jî bi Koronayê ketin.
Li Îranê hejmara miriyên Koronayê gihîştiye 28 hezar û 98 kesan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin