PeyamaKurd – Li bajarokê Çemçemal a parêzgeha Silêmaniyê, erdhejek pêk hat.
Rêveberiya Giştî ya Hewanasî û Erdheja Herêma Kurdistanê di tora xwe ya civakî facebookê de diyar kir, di saet 12:08ê de, erdhejek bi hêza 3.1 li gor pêvera rîxterê, 7 kîlometre dûrî Çemçemalê pêk hatiye.
Saziya Hewanasî û Erdhej a Herêma Kurdistanê da zanîn, erdhej 10 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye û tu ziyanek li dû xwe nehiştiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin