Komîsyona 21ê Sibatê: Armanca me pirsa zimanê Kurdî bixin rojeva Kurdan

Komîsyona 21ê Sibatê: Armanca me pirsa zimanê Kurdî bixin rojeva Kurdan

PeyamaKurd –  Komîsyona 21ê Sibatê ya ji Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî pêk tê, îro bi daxuyaniyekê diyar kir, kampanya komkirina îmzeyan ya ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdê û zimanê fermî, piralî berdewam e.

Komîsyona 21ê Sibatê, ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, roja 22ê Sibata 2021an, bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, sazî û dezgehên Kurdî, kampanya îmzeyan dabûn destpêkirin. Armanca wan komkirina herî kêm milyonek îmze bûn ku wan pêşkêşî Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê bikin.

Daxuyaniya Xebatên Komisyona 21 ê Sibatê wiha ye:

Kampanya îmze komkirinê ji bona ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdê û zimanê fermî piralî berdewam e. Ji ber nexweşiya pandemiyê jî, gelek babetên çalakiyan bi zehmetî tên meşandin. Pêrabûnên li dijî pandemiyê, gelek caran rê li ber xebata me teng dike. Xebat hinekî bi giran birêve diçe. Lê dîsa ji pekhateyên siyasî û civakî xebata xwe ya îmze komkirine bi biryardarî didin meşandin. Pekhateyên siyasî, di hemû rêxistinên xwe de îmzeyan kom dikin. Çalakvanên zimanê Kurdî, bi mirovên Kurd re her roj rûberû dibin. Em girîngiya ziman bi hev du re nîqaş dikin, hişmendiya zimanê Kurdi jî bilind dikin.

Weke Komîsyona 21ê Sibatê, em beşdarî gelek çalakiyên medyayê jî dibin. Em xweşbextanê her roj çavderî dikin ku hişmendî û girîngiya zimanê Kurdî, di nava civaka me de belav dibe. Medya Kurdî di xebata ziman de, ji kampanya me re bi gelek haweyan dibin alîkar. Bi mebesta ku em di vê mijarê de Medya Kurdi hîn aktîftir bikin, di roja rojnamegeriya Kurdî de me saziyên medya ziyaret kirin. Me weke komisyon him civînek taybet bi komeleya rojnamevanên Dîcle - Firat re kir û him jî beşdarî daxuyaniya rojnamevanên Dîcle- Firat bûn.

Komeleyên ku di qada ziman de xebatê dikin, weke Med Derê, me ziyaret kirin û bi hev du re pirsa ziman bi berfirehî şîrove kir. Em ê di vê xebatê de, bi saziyên sivil re ku bi zimanê Kurdî re pêwendidar in serledanên xwe berdewam bikin. Armanca me ev e ku Komîsyona 21 ê bi hemû saziyên sivîl re pirsa zimanê Kurdî nîqaş bike û pirsa zimanê Kurdî bixin rojeva civaka Kurdan.

Di xebata ziman de, Komîsyona 21ê Sibatê, serledana Qada Kedê ji kir. Sazîyên ku di nava Qada Kedê de hene,hemû jî bi pirsa ziman re mijûl dibin. Taybet mamoste, pizîşk, parêzer, endezyar, karker, karmend, esnaf, bazirgan hemû ji di pirsa ziman de xwedı dîtin in. Ji ber vê yekê, me hevdîtinek bi Platforma Ked û Demokrasî re li dar xist. Gelek dîtinên hêja hatin şîrovekirin û di dawiya hevdîtinê de, me bi hev du re biryara ku em kampanyaya zimanê Kurdi xurt bikin da. Em baş dizanin ku hewcedariya hemû Kurdan bi xurtkirina vê kampanyayê heye.

Dîsa li derveyî Komîsyona me, hinek dîtinên şaş tên belav kirin. Tê gotin ku wê Komîsyon xebata ji bona îmzeyan di 15ê Gulanê de bi dawî bîne. Em gelekî zelal dibêjin; tu biryareke me ya wilo tuneye. Berovajî vê yekê, em dixwazin ku hemû sala 2021ê, bibe sala zimanê Kurdî. Armanca me ev e ku di nava civaka Kurdan de, hişmendiya zimanê Kurdî bilind bibe û komkirina îmzeyan ji bi taybet ji bona vê mebestê tê kirin. Me di destpêka kampanya xwe de gelekî eşkere gotibû, herî kêm milyonek îmze ji me re lazim e. Helbet, li derveyî vê yekê îmzeyên me çiqasî zêdetir bibin, em ê jî bi qasî imzeyên ku me komkirine bi vê yeke şa bibin.

Xebata ji bona zimanê Kurdî divê bêwestan berdewam be.

Komîsyona 21ê Sibatê

Diyarbekir 28 04 2021   

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin