PeyamaKurd - Cîgirê serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî di civîneke çapemeniyê diyar kir ku wan hin pirsên taybet ên derbarê destûr û hemahengiya Parlamentoya Kurdistanê bi çîn û tebeqeyan gotûbêj kirine û got, divê herêma Kurdistanê bibe xwedî destûra (makeqanûn) xwe.
Desteya serokatiya Parlamentoya Kurdistanê ji bo pîrozbahiya serdana ofîsa rêveberiya Yekitiya Zanayên Olî ya Îslamiya Kurdistanê kir.
Cîgirê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî piştî serdanê di civîneke rojnamevanî de got:
“Me daxwaz ji Yekitiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê û mamostayên olî kir, ku ew di hişyar kirina civakê û xelkê de xwedî erkekî gelek giring in, bi taybet erkê civakî, olî û niştimanî ve dikarin pirsa pêkvejiyan û parastina aştiya civakî de xwedî rolekî mezin bin.”
Hêmin Hewramî herwiha bal kişand ser amadekariyên nivîsandina destûra herêma Kurdistanê û wiha axivî:
“Me daxwaz ji Yekitiya Zanayên Ola Kurdistanê kir di nivîsandina destûrê de bi heman awayî alîkarê me bin. Ji ber destûr qasê ku aliyeke wê yê siyasî heye, kêmtir aliyê wê yasayî heye û me daxwaz kir di ava kirina bingehê siyasî de wan çar salên li pêş me de alîkariya me bikin û divê herêma Kurdistanê bibe xwedî destûr. Ji ber nebûna destûrê wisa kiriye ku destên derve bo metirsî û gef xwarinê li ser pêkhateya siyasî ya herêma Kurdistanê.”
Hewramî wiha pê de çû: “Me daxwaz ji wan kir, di asta xwe de li gel navendên olî û desthilatên Bexda peyvendiyên xwe bihêztir bikin ku ew fikir û xîtabên dijî Kurdistanê nemînin û naveroka wan bên betal kirin û pêwîstiya me bi bangeşeyekî giştî û destpê kirina damezrandina peyvendiyên qahîm di navbera hemû alî û pêkhateyan de heye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin