VIDEO | Ji Kotol a Rojhilat bangewaziya alîkariyê ji lêqewimiyên erdhejê…

VIDEO | Ji Kotol a Rojhilat bangewaziya alîkariyê ji lêqewimiyên erdhejê…

PeyamaKurd – Piştî erdheja bi pileya 5,9 a 23yê Sibatê ku navenda wê Xoy a Rojhilatê Kurdistanê bû, hê jî xelkê hejar ê gundewarên herdu aliyên Rojhilat û Bakurê Kurdistanê ji bo alîkariyê hawar dikin.

Di vîdyoyeke ku ji devera Kotol a parêzgehaya Urmiyê hatiye belavkirin de, xanimeke bangewaziya alîkariyê dike ku di nav çadiran de bêyî pêdawistiyên jiyanê di rewşeke gelekî xirab de ne.

Ew xanima Kurd dibêje, “Tofanê li me xistiye. Em şad bûn, me digot gundê me heye, mala heye lê hemû çû. Niha tiştekî me tune û em bê çare mane.”

Ew xanim di berdewamê de banga alîkariyên her cure xurek û pêdawistiyan dike û rewşa ku piştî sê rojên erdhejê wiha tîne ziman:

“Nîskan ji me re bişînin, hema çi hebe ji me re bişînin. Zarokên me hur in, di bin çadiran de ne. Serma ye. Xwaka min tevî 7 zarokên xwe perîşan bûye. Digirî û dibêje, zaroka min du mehî birçî ye, serê pêçika min dixe devê xwe dimije. Dayika min ji girîyê devê wê xwar bûye. Em niha bêçare ne. Ti çareya me nîne, tenê maye dewlet înşelah bi hawara me ve werin. Îro bûye sê roj em di vî halî de ne. Ti tiştek ji destê me nayê, em ji dewletê alîkarî dixwazin.”

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin