PeyamaKurd - Berpirsekî Amerîkî ragihand ku keştiya firokehilgir a Amerîkî ya bi navê "USS Theodore Roosevelt" gihîştiye Rojhilata Navîn û ketiye bin sînorê berpirsiyariya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM).
Ev tevgera leşkerî ku hevdem e ligel bilindbûna aloziyên li gel Îranê, wekî gavekê ji bo bihêzkirina hêzên deryayî yên DYAê li herêmê tê dîtin.
Bi gihîştina vê keştiyê re, hejmara keştiyên firokehilgir ên Amerîkayê li herêmê gehişt sê keştiyan.
Biryar e "USS Theodore Roosevelt" cihê keştiya "George Washington" bigire, lê her wiha keştiya "George H.W. Bush" jî li herêmê ye û hîn zelal nebûye ka dê keştiyek herêmê vala bike an her sê dê bi hev re bimînin.