Keştiya Hondiusê ya ‘Hantavîrus’ peyda bûye gihîşt Spanyayê

Keştiya Hondiusê ya ‘Hantavîrus’ peyda bûye gihîşt Spanyayê

PeyamaKurd - Keştiya geştyariyê ya bi navê MV Hondius ku bi alaya Hollandayê di deryayan de digeriya û vîrusa Hantayê (Hantavirus) tê de derketibû, gihîşt Giravên Kanaryayê yên ser bi Spanyayê ve.

Keştî ji Arjantînê bi zêdetirî 140 rêwî û xebatkarên xwe ve ber bi Afrîkayê ve diçû, lê piştî mirina 3 kesan ji ber vîrusê neçar ma ku li Bendera Granadillayê ya li Tenerifeyê lenger baveje.

Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus jî ji bo koordînasyona karên valakirinê çû giravê.

Pêvajoya valakirinê û vegera keştiyê

Li gorî agahiyên rayedarên Spanyayê wê xebatên valakirina rêwiyan serê sibê di navbera saet 09:30 û 10:00an de dest pê bikin.

Hat ragihandin ku rêwiyên nîşaneyên nexweşiyê nîşan nadin piştî testan wê bi qeyikên piçûk derxin bejahiyê û bi otobusan bibin balafirgehê da ku vegerin welatên xwe.

Piştî ku rêwî hemû hatin valakirin keştî bi 30 xebatkarên xwe ve wê ber bi Hollandayê ve bi rê bikeve.

Heta niha hatibû piştrastkirin ku 3 kesan can daye û vîrus di 6 kesên din de jî hatiye tespîtkirin.