PeyamaKurd - Li devera Çaldiran ya Rojhilatê Kurdistanê, 2 kolberê kurd ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan û kolberek jî ji mirinê filitîye.
Dezgeha mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, doh li devera Çaldiran ya Ormiyê û li nêzîkî sînorê Bakûr, cenazeyê kolberekî ku çend roj berê di dema kolberiyê de wenda bibû, di nav berfê de hat dîtin.
Li gorî agahiyan, 2 kolberên din jî ji ber sermayê bê hiş bibûn lê ew niha li nexweşxanê tên dermankirin û rewşa wan jî baş nîne.Kolberê bi navê Ferhad Neqşî ji li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.
Navê kolberên ku ji ber sermayê can dane,Ferhad Neqşî û Tahir Edîbî xelkê gundê Îsa Gûlik yê Çaldiranê bûye. Yên din jî navê wî Bêhzad Xelîlî ye. Bêhzad Xelîlî par havînê jî di êrişa pasdaran de birîndar bibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin