PeyamaKurd - Rêxistina Çavderiya Mafên Mirovan a Navdewletî (HRW) ragihand ku xwepêşanderên Iraqê ji aliyê kom û milîşeyên çekdar ve têne revandin û bi vê yekê jî hêzên ewlekariya Iraqê tohmetbar kir.
Li gorî rapora HRWê ya derbarê protestoyên Iraqê û destwerdana tund a ser xwepêşanderan de, tê gotin ku hêzên ewlekariyê bi erkên xwe narabin û kêmasî hene li beramberî revandin û girtina xwepêşanderan ji alîyê kom û milîşeyên çekdar.
HRWê da xuyakirin ku çarenivîsa 7 xwepêşander û çalakvanên revandî yên Bexdayê ne diyar e.
Xwepêşandanên Iraqê piştî îstifaya Serokwezîr Adil Ebdulmehdî jî berdewam dikin ku xwepêşander dixwazin tevahiya deshilata Iraqê bê guhertin û hemû daxwaziyên wan werin bicihanîn.
Di xwepêşandanên Iraqê de ku ev du meh in berdewam dikin, bêhtirî 350 kes hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin