PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li Silêmaniyê li tu saziyên rêvebirinê cih nedan endamên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK).
Berdevkê Meclisa Silêmaniyê ya PDKê Eta Şêx Hesen ragihand ku li Silêmaniyê li ru saziyê cih nedane PDKê û got, “armanca PDKê ne post û kursî ne, armaca PDKê xizmetguzariya xelkê ye.”
Wî got em dixwazin xebatên ku li Hewlêrê û deverên dî têne kirin li Silêmaniyê jî pêk bînin. Çimkî em dixwazin xizmeta xelkê vê herêmê jî bikin. Bi vê mebestê em dixwazin di rêveberiyê de cî bigirin lê mixabin li saziyê cî nedane PDKyê.
Rayedarekî PDKyî jî amaje kir ku budçeya ku ji bo Silêmaniyê hatiye terxan kirin ji bo xizmeta gel nayê bikaranîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin