PeyamaKurd- Parlamentoya Ukraynayê biryara Serok Volodîmîr Zelenskiy a ji bo tayînkirina Mykhailo Fedorov wek wezîrê berevaniyê pesend kir.
Di dengdana ku li parlamentoya Ukraynayê ji bo wezîrê nû yê berevaniyê hat lidarxistin de, Mykhailo Fedorov ê 34 salî di parlamentoya bi 450 kursî de, bi dengê 277 parlamenteran bû wezîrê nû yê welat. Fedorov beriya dengdanê bernameya xwe pêşkêşî parlamenteran kir û got: "Îro ne mimkun e ku em bi binesaziyeke kevin li dijî teknolojiyên nû şer bikin. Pêdiviya me bi guhertinên berfireh heye. Armanca me guhertina pergalê ye; reformkirina artêşê, başkirina binesaziya li eniyan, rakirina derew û gendeliyê û veguherandina lîdertî û pêbaweriyê bo çandeke nû ye."
Fedorov destnîşan kir ku reformên wî dê li ser dîjîtalkirina artêşê, zêdekirina bikaranîna firokeyên bêmirov û îstîxbarata hişê çêkirî bisekinin. Fedorov got: "Zêdetir robot, kêmtir windahî. Zêdetir teknolojî, kêmtir windahiya canî."