PeyamaKurd – Fermandarê Sipaha Qudsê ya ser bi Sipaha Pasdarên Îranê Îsmaîl Qaanî, piştî hewldana kuştina Serokwezîrê Iraqê, serdana paytexta Iraqê Bexdayê kir.
Li gor zanyariyan, îro 08.11.2021ê Fermandarê Sipaha Quds Îsmaîl Qaanî, bi serdaneke ji nişka ve gihîştiye Bexdayê.
Zanyariyên çapemeniyê diyar dikin, piştî gihîştina Îsmaîl Qaanî ya Bexdayê, ew bi rêveberên milîsên Heşda Şeibî re civiya ye.
Serdana Îsmaîl Qaanî ya ji bo Bexdayê piştî rojek hewldana kuştina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pêk hat.
Piştî wê hewldana kuştina Kazimî hêzeke mezin a artêş û hêzên ewlehiya Iraqê, bi çekên giran ve li ser şeqamên Bexdayê belav bûn.
Herçend heta niha tu kom û aliyekî berpirsyartiya xwe ya wê êrîşê ranegihandibe jî, lê guman hemû li ser milîsên Esayîb Ehlî El Heq in, ji ber rojek berî wê emîndarê giştî yê wê hêza milîs, gef li Kazimî xwaribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin