PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bombebarana li deverên sînorî nîgeraniya xwe gihandiye Tirkiyê û diyar dike ku ew qebûl nakin û rê nadin axa wan ji bo êrşan û têkbirina asayişa welatên cîran were bikaranîn û ji ber vê jiyana hemwelatiyên Herêma Kurdistanê bikeve metirsiyê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hebûna hêzên PKKê li Başûrê Kurdistanê û bombebarana sivîlan ji aliyê artêşa Tirkiyê ve daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku PKK bi enqest derbasî nav gundan û deverên sivîl yên Başûrê Kurdistanê dibe û dibe sebeba wê ku sivîl rastî êriş û bordûmanê bên kirin.
DAXUYANIYA HIKÛMETA HERÊMA KURDISTANÊ: AXA ME NEKIN MEYDANA ŞER
Hikûmeta Herêma Kurdistanê dilgiranî û nîgeraniya xwe ya kûr ji ber ketina qurbaniyên sivîl di encama bombebarana deverên sînorî yên li gel Tirkiyê de nîşan dide û sersaxiya malbat û xizmên wan dixwaze.
Hebûna hêzên PKKê li wan deveran û nêzîkbûn û hatina wan a bi qestî bo nav gund û avahiyan bêbakane jiyana gundnişînên wan deveran xistiye metirsiyê, herwiha bûye sedema rêgiriya vegera jiyan û avakirina wan.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê qebûl nake û rê nade axa wê ji bo êrişkirin û têkbirina asayişa welatên cîran were bikaranîn û ji ber vê jiyana hevwelatiyên Herêma Kurdistanê bikeve metirsiyê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bûyer û bombebaranên çend rojên derbasbûyî yên li deverên sînorî, nîgeraniya xwe gihandiye Tirkiyê û em daxwaz dikin dubare nebe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin