PeyamaKurd – Wezîrê kar û barên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan li payîtexta Riyad a Erebistana Sa’ûdiyê bi hemkarên xwe yên dewleta Pakistanê Muhammed Îshaq Dar û yê Azerbeycanê bi Ceyhun Bayramov re ji hev cuda hevdîtinan kir.
Fidan her weha bi wezîrê karênd erve yê Îranê bi Abbas Arakçi re jî di rêya telefonê de axifî.
Di hevdîtinan de behsa şerê li Kendavê û rewşa herêmê kirin lê agahiyên zêde nehatin dayîn.