PeyamaKurd – Ji ber Bahoza Man-yiyê ya ku dihat payîn li Fîlîpînê rabe û veguhere Bahoza Super Man-yiyê, bi hezaran kes hatine tehliyekirin û tedbîrên awarte hatine wergirtin.
Fîlîpîn ji ber nêzîkbûna Bahoza Man-yiyê ya ku di kategoriya bahozên super de ye, ketiye amadebaşê. Rayedaran ragihandiye ku bahoza ku di saetekê de heta 185 kîlometre digobile, tê pêşbînîkirin ku îro an sibê bigihêje bejahiyê û ew texmîn dikin ku di saetekê de dê bigihêje 215 kîlometreyan.
Li dijî karesatên mihtemel banga amadekariyê hatiye kirin
Dema ku bi hezaran kes ji herêmên ku bahozê hatine tehliyekirin, rayedaran hişyarî daye kesên ku li tenişta peravê dijîn li hember lehî û herifîna axê. Meclisa Kêmkirina Rîska Karesatê û Rêvebiriya Neteweyî bang li rêveberiyên herêmî kiriye ku li dijî karesateke mihtemel amade bin.
Pisporên meteorolojiyê diyar kiriye ku dibe ku Man-yi bandorên wêranker li herêmê bike û zirareke mezin bide bi taybetî zeviyên çandiniyê û yên binesaziyê. Tê payîn ku bandora bahozê li rojhilat û navenda Fîlîpînê zêdetir bibe. Ev bahoz dê şeşemîn bahoza gurr be ku di meha dawî de li Fîlîpînê radibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin