Fînlandiyayê, tetbîqata yekem temam kir

Fînlandiyayê, tetbîqata yekem temam kir

PeyamaKurd- Rayedarên Fînlandiyayê ragihand ku wekî endamekî hevpeymaniya NATOyê, wan yekem tetbîqata xwe ya NATOyê bi dawî kiriye û keştiyên Alman û Portekîzî, bi awayekî sembolîk li bendera Helsînkî noq bûne.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Hêzên Deryayî yên Fînlandiyayê ve hat dayîn de hat ragihandin ku keştiyên FGS Mecklenburg-Vorpommern ên Almanya û NRP Bartolomeu Dias ên Portekîzê dê heta 16ê Nîsanê, li paytext Helsînkî lenger bimînin.

Hat diyarkirin ku beriya keştî li Helsînkiyê bên danîn, keştî beşdarî tetbîqata ku ji aliyê Komkeştiya Peravê ya Fînlandiyayê ve bi 3 keştiyên Fînlandî yên li Kendava Fînlandiyayê hat organîzekirin, bûn.

Fînlandiya, di 4ê Nîsanê da bi fermî wekî endamê 31emîn ê NATOyê, tevlî Hevpeymaniyê bûbû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin