Fransa û Brîtanya Ji Bo Tengava Hurmuzê civînekê saz dikin

Fransa û Brîtanya Ji Bo Tengava Hurmuzê civînekê saz dikin

PeyamaKurd - Fransa û Brîtanya amadekariyê dikin ku ji bo ewlehiya keştiyvaniyê li Tengava Hurmuzê konferansekê li dar bixin. Piştî dorpêça deryayî ya DYA’yê û şerê di navbera Îsraîl-DYA û Îranê de, ev tengava krîtîk a enerjiyê hatibû girtin û bûbû sedema krîzeke mezin di bazara neft û gaza xwezayî (LNG) de.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku ew ê ligel Brîtanyayê mîsyoneke "pir-neteweyî û aştiyane" ava bikin.

 

Macron ragihand ku ev mîsyon wê ji aliyên şer cuda be û tenê ji bo armancên parastinê be da ku azadiya çûnûhatina keştiyan dîsa pêk bê.

Macron bang kir ku ji bo pirsgirêka nukleerî ya Îranê, krîza Libnanê û aramiya herêmê çareseriyên dîplomatîk û mayînde werin dîtin.

Fermandariya Navendî ya DYA’yê (CENTCOM) ragihand ku wan li ser hemû benderên Îranê dorpêçeke deryayî daye destpêkirin.

Hevdîtinên 21 saetî yên di navbera Îran û DYA'yê de ku li Pakistanê (11’ê Nîsanê) hatin kirin, bêyî encam bi dawî bûn. Sedema sereke ya lihevnekirinê wekî statuya Tengava Hurmuzê hate nîşandan.

Ev hewildana Fransa û Brîtanyayê wekî pêngavekê tê dîtin ku naxwazin aboriya cîhanê ji ber girtina tengavê bikeve bin xetereyeke mezintir.