PeyamaKurd - Li bajarê Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Hasibe Mengirkaon hat girtin.
Hasibe Mengirkaon 4 roj berî niha roja 24ê Berfanbara îsal ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatibû desteserkirin. Li gor agahiyan, piştî ku îfadeyên destpêkê ji wê birêveberê DBPê hate wergirtin, roja Înê ew bo dadgehê hatiye şandin.
Li ser daxwaza serdozgeriyê, dadgehê bi hinceta endametiya PKKê biryara girtinê bi ser Hevseroka DBPê ya Mêrdînê Hasibe Mengirkaon de sepand.
Piştî dadgehê biryara girtinê di derheqê wê de da, Hasibe Mengirkaon ji bo Girtîgeha Mêrdînê hat sewqkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin