Pompeo: Ji bo ‘pirsgirêkên berê’ pêdivî bi ‘fikrên nû’ heye!

Pompeo: Ji bo ‘pirsgirêkên berê’ pêdivî bi ‘fikrên nû’ heye!

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, da xuyakirin ku ji bo çareserkirina ‘pirsgirêkên berê’ yên Rojhilata Navîn pêdivî bi ‘fikrên nû’ heye û bangewazî kir ku li dijî Îranê tedbîr bên standin.

Pompeo bal kişand ser şer û aloziya li Sûriye, Yemen, Libya û Îranê  destnîşan kird, pêwîste li Rojhilata Navîn hevkariyeke mezin bê kirin û got, “Ji bo çareserkirina pirsgirêkên berê pêdiviya me bi fikrên nû heye. Ji ber wê jî Polonya û Amerîkayê proseya Warşovayê daye destpêkirin.”

Mike Pompeo da zanîn ku dê ambargoya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) di sala 2020an de bidawî bibe û got, “Ji bo ku hêza rejîma terorê ya Îranê bê sînordarkirin dem kêm dibe. Lê belê têra xwe dem heye ku civaka navdewletî vê aloziya nû bibîne û asteng bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin