PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 28ê Çile pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew H. Tueller û şandeke ligel wî kir.
Di hevdîtinê de Serok Barzanî pîrozbahiyên xwe yên ji bo destbikarbûna îdareya nû ya Amerîka bi Balyozê Amerîkayê gihand û hêviya berfirehtirbûna pêwendiyên di navbera her du aliyan de xwest.
Balyozê Amerîka yê Iraqê di civînê de, tekezî li ser berdewamî û hemahengiya di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê û herwiha palpiştîkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.
Di beşeke din a civînê de, rewşa siyasî û guhertinên dawî yên navçeyê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê jî hatin axaftin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin