Hukumeta Kirgizîstanê hat damezrandin

Hukumeta Kirgizîstanê hat damezrandin

PeyamaKurd – Parlementoya Kirgizîstanê di 4 ê cotmehê de, terefdarên ku hilbijatinan qebûl nekiribûn û Sadir Caparov ji zîndanê derxistibûn, îro serokwezîrtiya Caparov û hukumeta wî qebûl kir. Îro endamên parlementoyê li payîtexta Kirgizîstanê li Bişkekê li koşka serokkomariyê li Ala-Arçayê civiyan û 63 parlementer serokwezîrtiya Caparov û hukumeta wî tesdîq kirin.

Serokwezîrtiya Caparov çawa tesdîq bû, terefdarên wî bi konser û fişekên hewayî wî pîroz kirin. Bendene ku serokkomar Sooronbay Ceenbekov qebîneya Caparov tesdîq bike. Sewrowezîrtiya Kirgizîstanê ve 4 roje ku di bin îşxala muxalifan de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin