Jeffery: Ne ji YPGê bûna em nikaribûn li Sûriyê bimînin

Jeffery: Ne ji YPGê bûna em nikaribûn li Sûriyê bimînin

PeyamaKurd -Nûnerê Taybet ê Amerîkayê li Sûriyê James Jeffery ragihand, heger wan di navbera Tirkiye û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de tercîhek bikira ew nikaribûn misyona xwa ya aştiyê li Sûriyê bicih bînin.

Jeffery qebûl kir ku YPG peyrewa PKKê ye, lê destnîşan kir ew YPGê wekî rêxistineke terorî nabînin û wiha axivî: “Bêyî YPGê em nikaribûn têkoşîna dijî DAIŞê bidin û em nikaribûn li Sûriyê bimînin.”

James Jeffrey di berdewamê de daxuyakirin mebesta hebûna wan a li herêmê piştî têkdana DAIŞê derketina milîsên Îranê ji herêmê û destpêkirina proseya aştiyê ye û got, “Heger me pişta xwe bida YPGê yan jî Tirkiyê misyona me ya aştiyê li Sûriyê, zû de bidawî dibû.”

Nûnerê Amerîkayê bibîr xist, "YPG jî hikûmeteke cûda li Sûriyê dixwaze û naxwaze Îran li wir bimîne” û da zanîn, ew dê YPGê bikişînin Rojhilatê Firatê û bersiva daxwaz û metirsiyên Tirkiyê bidin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin