Komîsyona Hilbijartinan ya Iraqê: Hilbijatin nayên pasxistin

Komîsyona Hilbijartinan ya Iraqê: Hilbijatin nayên pasxistin

PeyamaKurd - Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku hilbijartinên Iraqê yên di 10 ê cotmehê de bêkirin, nayê paşdexistin. Komîsyon ragihand ku di çapemeniyê de behsa paşdexistina hilbijartinên li Iraqê têkirin lê ev yek rast nîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku komîsyon bo her tiştê amade ye da hilbijartinan bike.

Îro serokê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr wezîrên xwe ji hukumeta Kazimî vekişand û got:

“Ez xwe ji wan kesên ku niha di hikûmeta niha ya Iraqê de ne û ji kabîneya dahatû dûr dixim, ji ber hemû gendelkar in.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin