PeyamaKurd – Li Îranê piştî kuştina Mahsa Jîna Emînî gelek xwepêşandan hatin kirin û niha jî xwurttir dewam dikin. Li ser binçavkirina xwendevanên zankoyan, xwendevanên mayî yên zankoyan ji bo destekê bidin xwendevanên binçavkirî ketin nav tevgeran da hevalên wan serbest bên berdan.
Li gor belavkirinên Yekîtiya Rêxistinên Îslamî yên Xwendevanan ku di ser Telegramê de dîmenan belav kiriye, li gelek zankoyên Îranê xwendevan boykotan kirine. Zankoyên Tehranê desteka mezin dane xwendevanên binçavkirî da serbest bên berdan. Di boykotan de pankartên ji bo berdana xwendevanan hildan. Xwepêşandêrên xwendevan xwestin ku mamosteyên wan û xwendevanên mayî destekê bidin wan.
Serokê erka darazê yê Îranê Gulam Huseyn Muhsini Ejei di 26 ê êlûnê de gotibû herkesê derê kolanan sûcdar nîne lê kesên ku ewlehiya giştî tehdîd bike ew sûcdare.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin