PeyamaKurd – Li girtîgeheke eyaleta Para ya bajarê Almun Altamira ya welatê Brezilyayê, girtiyên çeteyên reqîb bi hev ketin û gelek kes ji hevdu kuştin.
Li gorî zanyariyên medya herêmî dide, di şerê girtiyan de 52 kesan can daye û 16 kes jî serê wan hatiye jêkirin.
Serdozgeriya Girtîgehên Eyaleta Parayê derbarê bûyerê de ragihand ku di navbera du çeteyên reqîb de şer derketiye û 2 gardiyan jî hatine dîlgirtin ku piştre hatine berdan.
Serdozgeriyê da xuyakirin ku bûyer îro Duşemê li demjimêr 07:00ê beyaniyê rû daye û dema tîmên polîsê leşkerî gihîştine cihê bûyerê rastî 52 kesên mirî hatine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin