Li Pirsûsê (Sûrûc) di qeza çûnûhatinê de 1 mirî û 3 birîndar hene

Li Pirsûsê (Sûrûc) di qeza çûnûhatinê de 1 mirî û 3 birîndar hene

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Pirsûsê (Sûrûc) li ser rêya Sûrûc- Murşîtpinarê di çûnûhatê de 2 otomobîl li hev ketin.

Di encamê de kesekî mir û 3 kes birîndar bûn. Li ser agahdarkirina tîmên pêwendîdar, tîmên cendirmeyan û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.

4 kesên birîndar bûn wan bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya Sûrûcê. Ji birîndaran Nebi Ceylan li nexweşxanê can da.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin