PeyamaKurd – Li Bexdayê grûbekî ku navê “Şoreşgerên Cotmehê” li xwe daniye li ber Xeta Kesk li Meydana el-Nisîr xwepêşandan kir.
Grûb xaçekî danî der wêneyê Ammar Hekîm ê ku di bin sîwana koordînasyonê de ye û slogana ‘Wê Îran nema me îdare bike’ qêriya. Grûb xwest bikeve nav Xeta Kesk lê hêzên asayîşê deriyê El Harisiyê girtin û nehiştin grûb bikeve hundir.
Grûba “Şoreşgerên Cotmehê” serpereştiya xwepêşandanên di sala 2019 an de kiribû û zorê dabû Adil Abdulmehdî da îstîfa bike. Di xwepêşandanan de 700 kes miribûn û li dora 17 hezar kes birîndar bûbûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin