PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, biryara hilweşandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û yekbûna wan bi hikûmeta Sûriyeyê re wekî pêşketineke erênî û gelekî girîng nirxand.
Guterres eşkere kir ku Sûriye welatekî pirpêkhate ye û ev gav ji bo parastina yekparçebûna axa welat û nasîna mafên pêkhateyan pir girîng e.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ev peyam piştî ku Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî li Şamê ragihand ku erkê wan ê leşkerî yê serbixwe bi dawî bûye hat ku karvedaneke mezin li raya giştî bi xwe re anîbû.
Ebdî dabû xuyakirin, ew derbasî qonaxeke nû ya avakirin û misogerkirina mafên neteweyî dibin û fesihkirina HSDê wekî vekirina rûpeleke nû nirxandibû.