PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres got, veguhestina sivîlên Gazzeyê bo herêmeke di bin dorpêça tam de, ku xwarin û stargeh lê tune ye, gelekî xeternak e û di hin şert û mercan de ne mimkûn e.
Guterres amaje bi wê yekê jî kir, rewşa Gazzeyê xirabtir bûye û got: "Êrîşa terorîstî ya Hemasê bû sedema mirina zêdetir ji 1200 kesan" û piştre bombebarana tund li ser Gazzeyê destpê kir.
Guterres diyar kir, vê yekê tevahiya gelê Gazzeyê kişandiye nava "êş û kaosê" û got, "Şer jî xwedî rêgez in. Divê rêz li hiqûqa navneteweyî ya mirovahiyê û hiqûqa mafên mirovan bê girtin. Divê sivîl bên parastin û weke mertal neyên bikaranîn."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin