Iraq: Armanckirina mala Nêçîrvan Barzanî bûyerek xeternak e

Iraq: Armanckirina mala Nêçîrvan Barzanî bûyerek xeternak e

PeyamaKurd - Serokatiya Parlamentoya Iraqê hedefgirtina mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzaniyê şermezar kir û êrîş wekî "bûyerek xeternak" bi nav kir.

Di daxuyaniya Serokatiya Parlamentoyê de wiha hat gotin: "Em êrîşa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û li ser saziyên hikûmet û sivîl ên li parêzgeha Duhokê bi tundî şermezar dikin."

Daxuyaniyê êrîşê wekî "bûyerek xeternak" bi nav kir û wiha lê zêde kir: "Ev êrîş di rewşa ewlehiyê de bûyerek xeternak e û kiryarek e ku bi tu awayî xizmeta berjewendiyên welêt nake û divê were şermezarkirin."

Serokatiyê herwiha ji rayedarên pêwendîdar xwest ku "tedbîr û prosedurên qanûnî yên pêwîst bigirin da ku welat nekevin nav xerabûnek ewlekarî û siyasî ya xeternak."