Li Erziromê minîbûsek qelibî: Mirî û birîndar hene

Li Erziromê minîbûsek qelibî: Mirî û birîndar hene

PeyamaKurd - Li navçeya Xorasan a Erziroma Bakurê Kurdistanê minîbûseke rêwiyan qelibî û di encama qezayê de, kesekî canê xwe ji dest daye û 12 kes jî birîndar bûne.

Minîbûsa rêwiyan ku ji navçeya Xoransanê ber bi Erziromê ve diçû, li herêma Hamamdere ji kontrola şifêr derket û qelibî.

Di encama qezayê de li gor zanyariyên destpêkê kesekî canê xwe ji dest daye û 12 kesên din jî birîndar bûne.

Birîndarên qezayê bi ambûlansan bo Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Ataturkê û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmê hatin veguhestin.

Herwiha hat ragihandin ku tu metirsiyekî li ser tendirusitiya birîndaran nîne û rewşa wan ne giran e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin