VÎDEO | Ji Harûn, Gulbahar û Tara straneke nû: Sehyan-Gulê Zerê

VÎDEO | Ji Harûn, Gulbahar û Tara straneke nû: Sehyan-Gulê Zerê

PeyamaKurd – Hunermend Harûn Elkî, Tara Mamedova û Gulbahar Kavucu bi klîbek nû, bi ‘Şehyan-Gulê Zerê’ li pêşberî guhdar û temaşevanan e.

Şehyan-Gulê Zerê, straneke herêma Duhokê ye û Şakirê Akreyî ew berhev kiriye. Ev stran niha bi şîroveyeke nû carek din dertê pêş.

Hunermendên kurd Harun Elkî, Gulbahar Kavcu û Tara Mamedova ev stran gotine û jê re klîbeke bi coş çêkirine. Klîba "Gulê Zerê" li ser kanala Red Muzîk a Youtube û li ser platformên dine ên dîjîtal hat belavkirin.

Gotinên Stranê wiha ne:

GULE ZERÊ

Hay gulê gule zerê

Yek şev dû şev sê şeve

Çar şeve li alê mebe

Nav teyra tû  seqerî

Yek şev dû şev sê şeve

Çar şeve li alê mebe

 

Hay gulê bê meferê

Yek şev dû şev sê şeve

Çar şeve li alê mebe

Nav teyra tû bisporî

Yek şev dû şev sê şeve

Çar şeve li alê mebe

 

Nalbendo nala çêke nalbendo

Nalbendo nala çêke solbendo

Serê nalê sê dirîko nalbendo

Serê nalê sê dirîko solbendo

Par qîz bû îsal bîko nalbendo

Par qîz bû îsal bîko solbendo

 

Nalbendo wad berêda nalbendo

Nalbendo wad berêda solbendo

Ketme xêra xwedêda nalbendo

Ketme xêra xwedêda solbendo

 

Xecokê bila bila 

Hoy eman xecê yeman delalê

Xecokê bila bila 

Hoy eman dilê can

Evînî ji herdû dila

Hoy eman xecê yeman delalê

Evînî ji herdû dila

Hoy eman dilê can

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin