PeyamaKurd- Behcet Epözdemir ku yek ji rêvebirê Weqfa Kurd Kav ê ye û hem endamê meclisa PSK ê bû, ev çend roje ku bi pençeşêrê re têdikoşiya lê mixabin ji ber pençeşêra lenfê koça dawiyê kir. Epözdemir ev çend roje ku emeliyat bûbû lê mixabin bo emeliyatê dereng mabû. Mirovekî gelek nerm û hevaldost bû.
Behcet Epözdemirê 55 salî biraziyê Şakir Epözdemir e ku birêz Şakir damezrênerê PDK Tirkiyê ye û hem biraziyê şehîd parêzer Şewket Epözdemir e. Ew bi xwe ji xelkê gundê Minarê ne ku bi ser Hawêl (Baykan) a Sêrtê ye. Behcet Epözdemir bi sedema parvekirinên li ser medya civakî di sala 2018an de 14 meh b qeydiya elekrtonîk katibû cezakirin.
Epözdemir heya dawiya jiyana xwe, bi temenê xortaniyê di doza Kurdistanê de têkoşiya û nerawestiya.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin