Çînê serokwezîrê Kurdistanê dawetî welatê xwe kir

Çînê serokwezîrê Kurdistanê dawetî welatê xwe kir

PeyamaKurd- Heyeteka Çînê ya di asta bilind de îro seredana serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir. Nûçe di malpera fermî ya Hukumeta Herêma Kurdistanê de hat belavkirin û dibêje ku dewleta Çînê, serokwezîrê Kurdistanê bi awayeka fermî dawet kiriye bo welatê xwe û dawetnameyê gihandiye serowezîr. Heyeta Çînê ji rêvebirên Partiya komunîst ya Çînê pêk hatiye.

Di civînê de, bi heyetê re balyozê Bexda yê Çînê Chen We Tişing û Konsolê Giştî Çînê li Herêmî Kurdistanê amade bûn. Heyet di mijara têkoşîna Kurdistanê li dijî DEAŞ ê, bi rêz behs kiriye û dixwaze di navbera her dû welatan de têkiliyên bi hêz yên aborî, siyasî û bazirganî geş bibin. Her weha eger Kurdistan bixwaze, dikare ji teknolojî û mînakiya xizmetguzariya Çînê fêde bibîne.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî daye zanîn ku ew amade ne di warê bazirganî, siyasî û aborî de bi Çînê re têkilî deynin û li welatê xwe bo wan êsankarî çêbike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin