PeyamaKurd – Li Yemena ku ev demeke dirêj e di nava krîzeke kûr de ye, alozî careke din gihîşt asta herî bilind. Serhildêrên Hûsî yên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji bo êrîşeke berfireh li dijî Encûmena Demkî ya Başûr (STC) ya ku Îmarat piştgirî dide, hêzên xwe li eniyên başûr kom dikin.
Li gorî raporên ewlehiyê, Hûsiyan hejmareke zêde ya leşkeran, avêjerên mûşekan û droneyên êrîşê li parêzgehên stratejîk ên wekî Dalî, Lahîc û Şebwayê bicih kirine. Hat ragihandin ku serhildêrên Hûsî li van herêman xendekan dikolin û mewziyên xwe xurt dikin. Ev tevgera leşkerî ya "bê mînak" wekî amadekariya şerekî nû û dijwar tê nirxandin.
Tê diyarkirin ku sedema sereke ya vê zêdebûna rageşiyê, operasyonên dawî yên hêzên STCyê ne. Hêzên STCyê li parêzgeha Mahrayê rêyên girîng ên qaçaxçîtiyê û dabînkirina çekan li ber Hûsiyan girtine. Vê rewşê zexteke mezin an aborî û leşkerî xistiye ser Hûsiyan û ew neçar kirine ku berê xwe bidin eniyên başûr.
Pisporên herêmî balê dikişînin ser wê yekê ku piştî agirbesta li Xezeyê, Hûsiyan êrîşên xwe yên li ser Îsraîlê rawestandin û niha dîsa bala xwe dane ser şerê navxweyî yê li Yemenê. Niha li Yemenê STC %52yê axa welat, Hûsî jî %33yê wê kontrol dikin.
Ev amadehiyên nû nîşan didin ku agirê şerê navxweyî li Yemenê, ku ji sala 2014an vir ve berdewam dike, dibe ku di demeke nêz de careke din geş bibe.