Nêçîrvan Barzanî: Bi tevahî çareserkirina kêseyan kilîla aramiyê ye

Nêçîrvan Barzanî: Bi tevahî çareserkirina kêseyan kilîla aramiyê ye

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 29ê îlonê li Hewlêrê pêşwazî li şanda Tevgera Hîkmeya Niştimanî ya bi serokayetiya Şêx Hemîd Mele El Sa’dî kir.

Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Kongreya Giştî ya tevgerê Sa’dî re pêşhatên siyasî û emnî yên dawî û hilbijartina pêşwext ya nû ya Iraqê û babeta dadgeha federalî û mekanîzma destnîşankirina endamên nû yên dadgehê, peywendî û kêşeyên Hewlêr – Bexda û guftûgoyên çareserkirina wan nirxandin.

Her du alî hevnerîn bûn ku pêşhatên emnî yên Iraqê û gefkirina li şandên dîplomasiyê, berjewendiya welat dixine metirsiyeke ciddî û derbaskirina kêşe û qeyranan pêwîstî bi karê hevbeş û hemahengiya di navbera aliyên Iraqiyan û ber çav girtina berjewendiyên welat heye.

Serok Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser amadehî û daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina tevahiya kêşeyên li gel Hikûmeta Federal, li ser bingeha destûrê kir û çareserkirina kêşeyên her du aliyan û tevahiya kêşeyên navxweyiyên Iraqê bi kilîla aramiya welat da zanîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin