PeyamaKurd - Rojnameger Rojda Aydin û Ahmet Kanbal li Mêrdînê ji hêla polîsan ve hatin desteserkirin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê û malbatên girtiyan weke her çarşemê xwestin îro jî ji bo piştgiriya bi çalakvanên greva birçîbûn re, li ber girtigeha Tîpa E ya Mêrdînê daxuyaniyê bidin. Dema ku HDP’î û malbat kom bûn, polîsan mudaxaleyî malbatan kir.
Di encama êrîşa polîsan de nûçegihana Jinnewsê Rojda Aydin, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA) Ahmet Kanbal hatin desteserkirin.
Sedema binçavkirina rojnamegeran nehat zanîn. Rojnamegerên ku hatin desteserkirin, derbasî Şaxa TEM’ê ya Mêrdînê hatin kirin.
Piştî îfadeyê rojnameger Aydin û Kanbal hatin berdan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin