PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navçeya Bîrecîkê li taxa Xoce Şerîfê li kolana Şaşo Ahmedê li malekî di wexta li ser tupê xwarin çêdikirin, tup teqiya û 6 ferdên malê birîndar bûn. Agir bi xanî ket û tîmên agirvemirandinê çûn ciyê bûyerê û agir vemirandin.
Ji heman malbatê İslim (30), Yüksel (58), Esma (22), Kübra (6), Yüksel (8) û Yakup Asaf Aslan (3) birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê yên 112 ê birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Bîrecîkê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin