PeyamaKurd- Hate ragihandin ku hêzên girêdayî hikûmeta veguhêz a Şamê, bi dijwarî û bi awayekî ketober êrîşî derdora girtîgeha sivîl kirine û di encamê de 2 wesayîtên sivîlan bi zirar dîtine.
Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê der barê êrîşê de daxuyanî da û ragihand, hêzên hikumeta veguhêz di saetên dawî de êrişên xwe domadin û li eniyên rojavayê Siwêdayê binpêkirin kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku hemwextî êrişa li derdora girtîgehê, bajarokên Necran û Mecdel ên rojavayê bajar dem dem hatine topbarankirin.
Hêzên Parêzvanên Nîştimanî da zanîn ku ji aliyên Mensûra û Rîma Hazir ve jî êriş li ser gelek xalên wan hatine kirin û diyar kir ku armanc ji vê êrîşê jî ew e eniyan mijul bike û rêyên ketina herêmê ji xwe re vekin.
Hêzên Parêzvanên Nîştimanî ragihand ku wan bersiva hemû êrîş û hewldanên ketina bajarê Siwêdayê têk birine û da zanîn ku dê parastina xelkê herêmê bidomînin.