Ji bo du kesên ku li Hewlêrê dîplomatekî tirk kustibûn biryara cizayê darvekirinê

Ji bo du kesên ku li Hewlêrê dîplomatekî tirk kustibûn biryara cizayê darvekirinê

PeyamaKurd – Duyemîn Dadgeha Cezayê ya Hewlêrê, derbarê du kesên ku dîplomatê Tirk li Hewlêrê Osman Kose û du hemwelatiyên Herêma Kurdistanê kuştibûn, biryara cizayê darvekirinê da.

Doza dîplomatê tirk Osman Kose û du hemwelatiyên Herêma Kurdistanê duh li Hewlêrê hat dîtin û dadgehê ji bo du kesên ku dîplomatê tirk Osman Kose û du hemwelatiyên Kurdistanê li Hewlêrê kuştibûn cizayê darvekirinê da.

Parêzer Birzo Seîd derbarê biryara dadgehê de got, “Duyemîn Dadgeha Cezayê ya Hewlêrê, derbarê du kesên ku dîplomatê Tirk li Restoraneke li Hewlêrê bi navê Hokkabazê, Osman Kose û du hemwelatiyên Herêma Kurdistanê kuştin, biryara xwe da. Li gorî wê yekê 6 kes hatin sizadan. Du kes bi cizayê darvekirinê û 3 kes jî bi 2 sal cizayê girtîgehê hat sizadan.”

17ê Tîrmeha 2019an li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê êrîşeke çekdarî pêk hatibû û di encamê de dîplomatê tirk Osman Kose û du welatiyên bi navê Osman Muhammed Ali û Beşdar Ramazan Salih hatibûn kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin