PeyamaKurd – Girtiyekî Kurd ji aliyê hikûmeta Îranê ve li Kirmaşanê hat bidarvekirin.
Malpera mafên mirov ya Hengaw diyar kiriye, îro danê sibê girtiyekî Kurd bi navê Efşar Mînayî li girtîgeha Kirmaşanê hat bidarvekirin.
Li gorî agahiyan, ew xortê Kurd bi tohmeta kuştina kesekî hatibû girtin û bi sizayê qisasê hatibû mehkûmkirin.
Efşar Mînayî xelkê gundê Şimşêr yê bajarokê Pawe yê Rojhilatê Kurdistanê bû û 5 sal berê bi tohmeta kuştina kesekî hatibû girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin