PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi gihîştina nav Kabûlê ya çekdarên Talîbanê re, Serokomarê Afganistanê Eşref Ganî û cîgirê wî Emrullah Salih îstifa kirin û ji Afganistanê derketin.
Li gorî zanyariyan û dîmenên li ser medya civakî hatine belavkirin, Eşref Ganî ligel şanda Talîbanê civiyaye û piştre biryara îstifayê daye ku karwana wesayîtan a Eşref Ganî jî tê de ye terka Afganistanê kiriye û ber bi Ozbekistanê ve bi rê ketiye.
Berdevkê Talîbanê Zabîhullah Mucahîd jî îro Yekşemê piştî nûçeyên ku çekdarên wan ketina Kabûlê daxuyaniyekê belav kiribû û gotibû, ew ji ber zêdebûna nifûsê naxwazin bi şer Kabûlê bistînin û ew dê ji bo radestkirina bajêr mizakereyan bikin.
Herwiha deshilata hikûmeta Afgan jî ragihandibû ku ew amade ne desthilatê dewr bikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Tevgera Talîban beriya ku danûstandinên aştiyê yên ligel hikûmeta Afgan bidawî bibin, bi rêya leşkerî tevahiya Afganistanê xistiye kontrola xwe ku heyameke nû dide destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin