PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser wefata Prof. Dr. Nadir Nadirov peyameke sersaxiyê arasteyî malbata wî kir.
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Ji bo malbata Prof. Dr. Nadir Nadirov
Bi xemgîneyeke mezin ve min nûçeya koça dawî ya zana û kesayetê niştimanperwer ê navdar ê Kurdê Kazaxistanê Prof. Dr. Nadir Nadirov bihîst.
Ez sersaxiya we dixwazim û ez xwe hevbeşê xema we dibînim. Xwedayê dilovan ruhê wî bi bihiştê şad bike û sebr û aramî bide we.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin