Ji Mesrûr Barzanî sersaxî da malbata Pêşmergeyê dêrîn

Ji Mesrûr Barzanî sersaxî da malbata Pêşmergeyê dêrîn

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya Pêşmergeyê dêrîn ê her du şoreşên Îlon û Gulanê Ebdulrehman Pêdawî, peyameke sersaxiyê pêşkeşî malbat û kesûkarên wî kir.

Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de ji Xwedayê mezin daxwaz kir ku wî bi bihuştê şa bike û sebr û hedarê bide malbat, dost û hevalên wî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha got: “Ji bo wexera dûmahiyê ya Pêşmergeyê dêrîn ê her du şoreşên Îlon û Gulanê (Ebdulrehman Pêdawî), ez sersaxiyê ji malbata wan a rêzdar re dixwazim û ez hevpişkê xema wan im. Xudêyê mezin canê wî bi biheştê şa bike û sebr û hedarê bi malbat, kesûkar, dost û hevalên wî bide.”