Mesrûr Barzanî sersaxî da malbata Pêşmergeyê şehîd

Mesrûr Barzanî sersaxî da malbata Pêşmergeyê şehîd

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, sersaxî da malbata Pêşmergeyên şehîd Weysî Axir Seîd.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 7ê Nîsanê peyamek belav kir û tê de sersaxî ji malbata Weysî Axir Seîd re xwest û hevxemiya xwe ji wan re diyar kir.

Mesrûr Barzanî got, “Ez ji dil sersaxiyê ji malbat û kesûkarên Pêşmergeyê qehreman Weysî Axir Seîd Şêrwanî re dixwazim, ku yek ji birîndarên êrîşa nerewa ya bi moşekan a Îranê li ser Pêşmergeyan li devera Soranê bû û bi mixabiniyeke mezin ve îro şehîd bû.

Xudayê mezin canê wî bi bihiştê şa bike û sebir û hedarê bide kesûkar, hevalên wî û me hemûyan.”

Pêşmergeyê şehîd di encama êrîşa moşekî ya Îranê de li navçeya Soranê bi giranî birîndar bûbû. Di wê êrîşê de 5 Pêşmergeyên din jî şehîd ketibûn.