Davutoglu: Kurd ne navê pirsgirêkê ne, mexdûrê wê ne, em ê Colemêrgê bikin Swîsreya Tirkiyê

Davutoglu: Kurd ne navê pirsgirêkê ne, mexdûrê wê ne, em ê Colemêrgê bikin Swîsreya Tirkiyê

PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê ji AKPê û Serokê Giştî yê Partiya Gelecek (Dahatû) ya Tirkiyê Ahmet Davutoglu, serdana bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê kir û li wir daxuyanî dan.

Davutoglu diyar kir ku ew li Colemêrgê bi rûspiyên deverê re civiyaye û got, “Gelê me radestî aktorên salên 90an hatiye kirin û tê xwestin gel di navbera AKP û HDPê were perçiqandin. Em ê vê rewşê bidawî bînin. Ne qeyûm, ne KCK, tenê demokrasî. Cihê ciwanan ne çiya ne, parlamento ye.”

Li ser mijara pirsa Kurd jî Davutoglu diyar kir, “Kurd ne navê pirsgirêkê ne, Kurd mexdûrê pirsgirêkê ne.”

Davutoglu herwiha îdia kir ku heger ew bibin deshilatdar ew dê bi pêşxistina ajalvaniyê re Colemêrgê bikin wekî bajarekî Swîsre yê Tirkiyê û rê li ber koçberbûnê bigirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin